Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

WHO piştrast kir kû pitir ji 1000 kesan inflewenza Beraza vegirtîye


Rêkxistîya Saxlemya Cihanê dibêjit hate piştrast kirin kû pitir j 1000 kesan li 20 vayrosa A-H1N1 ya inflewenza beraza heye.

Rêvebera giştî ya wê rêkxistîyê Margaret Chan roja Dûşembî ev peyame ragehand birêka vîdyoyê ji Cinêvê bo Civata Giştî ya Netewên Yêkgirtî, ew jî di demekî da ko Meksîko dibêjit dê xaringeh û kardarî u destgehêt roja Çarşembî dî veket û dibêjit kû gefa belav bona wê vyrosê ya kêm dibit.

Meksîko kû navenda belav bona wê vayrosê bo, bo demekê kûrt, xandingeh, xaringeh û kardaryêt dî girtbon di bizavekê da, da rêkê li belav bona wî vayrosî bigrit. Li Amerîka û welatêt dî li qara Amerîka û li Uropa û Asîa jî belav bona wî vayrosî hatiye piştrast kirin.

Di hevpeyvînekê da digel rojnama Finanicial Times, Chan got, renge ko ew vyros li mehêt bên bi aweykê xurtir belav bibteve.

Rêkxistîya Saxlemya Cihanê dibêjit, Meksîko ragehandîye ko heta nûke 25 kes bi wî vayrosî mirîna. Lê li Amerîka heta nûke yêk kes bi wî vayrosî mirye.

XS
SM
MD
LG