Wezîrê navxwe yê Turkiye dibêje hêzên polîsan heşt kes desteser kirin bi gumana têkelî hebûn bi hêrişa roja duşembî li başûrê rojhelata welatî.
Wezîrê navxwe Beşîr Atalay roja sêşembî got di wê hêrişê de 44 kes hatin kuştin.
Jimareka çekdaran bi çekên otomatîkî û narincokan hêriş kirin ser dawetekê li gundê Kertê (Bilge) nêzî Mêrdînê, 600 kîlometra dîr ji Ankara.
Bi kêmî ve şeş kes di wê hêrişê de birîndar bun.
Derbarê wê hêrişê hevkar Dexîlê Şemo hevpeyvîneka kirî digel Ardal Kuzu, serokê komela mafên mirovan-şaxê Mêrdînê; fayla dengî ya rexê rastê vê perê kilik bike.