Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Burma Aung San Suu Kyi carek din gunehbar dike


Parêzvanekî rêbera rikeberîyê li Burma Aung San Suu Kyi ji Pişka Burmî ya Dengê Amerîka re got ku hikumeta leşkerî xanim Aung San Suu Kyi ya ku xelata Nobel a bo aştîyê wergirtîye roja pêncşemê dadgeh dike.

Parêzvan Kyi Win dibêje hikumet Aung San Suu Kyi û du qewraşên wê dişînine zindana Insein'a li Rangoon jibo ku li wir bêne dadgeh kirin. Belê jê re negotine ka bi kîjan sûcên taybetî ew têne gunehbar kirin. Tenê jêre gotine ku vê carê doz têkelî hebûye bi seredaneke bi dizî ya hevwelatîyek Amerîkî bo xanim Aung San Suu Kyi li mala wê ya li Rangoon.

Yekîtîya Ewropa piştî ku dixtorê wê yê şexsî hate girtin xema xwe anî zimên li hember saxlemîya xanim Aung San Suu Kyi û herwisa ji hikumeta leşkerî xwest ku bilez pirsgirêkên wê yên saxlemîyê bêne çareser kirin.

Ev 13 salin ku xelat wergira Nobelê ya 63 salî di mala xwe de hatîye zindanî kirin. Muhleta cezayê wê yê ku niha dikşîne li dawîya vê mehê wê bi dawî bihata belê hikumeta leşkerîya Burma nahêle ku daxwaza berdana wê bête kirin.


XS
SM
MD
LG