Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Clinton daxwaza azad kirina Aung San Suu Kyi kir ku bê şert û merc bi zûtirîn wext bê berdan


Wezîra Derveya Amerîka Hillary Clinton daxwaza azad kirina Aung San Suu Kyi kir ku bê şert û merc bi zûtirîn wext bê berdan ku rûbirûyî zindanîyê dibe.

Wezîra Derveya Amerika li duhî pêncşembîyê got tawanên nûyên dijî xwedana xelata Nobel ya aşîtîyê wekî sebebek dê bikar bînin bo qedexe kirina nerewayî zêdetir li ser rêbera bi ser demokrasîyetê ya Burma.

Xanim Clinton daxwaz ji endamên Welatên rojhilata Asya kir ku hêza xwe bikar bînin bo berdana Xanim San Suu Kyi. Xanim Clinton gote peyamhinêra li Washington li tenişta seredana wê bo komkirinê digel hevberê xweyî Malezya.

Wezîrê Derveyê Malezyayê got hikumeta wî hem nêgeranîyên xweyî hevbeş sebaret rewşa li Burma diyar diket.

XS
SM
MD
LG