Serokê Amerîka Barack Obama û serok wezîrê Israîlê Benjamin Netanyahu kombûna xwe ya yekê li Seraya Spî bi dawî îna û helwêstêt xwe li ser kiryara Rojhelata Navîn dîyar kireve.
Ajansa peyaman Reuters li ser zarê serok Obama ragehand ku ew yê rujde li ser çareya 'du dewletan' ji bo çareser kirina kêşeya Israîlê û Felestînê.
Herweha birêz Netanyahu got daxaza Israelê ewe ku Felestînî bişên xwe birêve biben, lê wî behsê dewleteka serbixwe ya Felestînî nekir.
Berî danûstandina, şîretvanê parastina niştîmanî yê Israelê, Uzî Arad, da zanîn ku rêzdar Netanyahu û rêzdar Obama hindek jêknegirtin hene li ser helwêsta Israelê beramberî aştiyê digel Felestîniyan.
Serokê Felestînê Mehmoud Ebbas dixazit ku rêzdar Obama giraniyê danête ser Israelê da bi çareya du dewleta razî bibît û ava kirina akîncîgehêt Israelî li Kinara Rojava ya dagîr kirî rawestînit.