Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Civata Tenahîya Neteweyên Yekgirtî daxwaza berdana hemû girtîyên siyasî kir ji Burma


Civata Tenahîya Neteweyên Yekgirtî daxwaz ji Burmayê kir ku hemu girtîyên siyasî berde tevî rêbera rikeberîyê Aung San Suu Kyi û xema xwe ya li ser dadgehî kirina wê ya vê dawîyê anî zimên.

Di daxuyanîyekê de 15 endamên civatê xema xwe anîn zimên li ser "tesîra siyasî" ya dadgeh kirina Aung San Suu Kyi bi egera ku guya wê şertên zindanî kirina li mala xwe têk birîye.

Civatê dîsa daxwaza berdana hemu girtîyên siyasî yên li welatê Burmayê (anku bi navê din yê Myanmarê) dubare kir.

Civatê herwisa ji rejîma leşkerî ya Burmayê xwest ku şertên pêdivî pêk bîne bo danustandineke dilsoz û rast bo hemu alîyên balkêş û komeleyên netewî li welatî da ku dinavbera wan de lihevhatineke giştî bi serkeftin pêk bê.


XS
SM
MD
LG