Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hêzên Pakistanî daketin nav dola Swat


Leşkerê Pakistanê jibo ku kontrola bajêrokê Mingora li dola Swat bi destve xin, kiryarên leşkerî berdewam dikin.

Karbidestên leşkerî dibêjin ku şer gelekî bi tundî dimeşe û serbaz kolan bi kolan bi pêşve diçin.

Ethar Abbas Generalek ji leşkerê welatî dibêje hin beşên vê deverê ji destê terorîstan hatîye derêxistin û di kiryaran de 17 milîtan hatine kuştin.

Abbas dibêje yek ji ên hatine kuştin qumandarek bûye.

Peyivdarê leşkerî Abbas dibêje ku kiryar gelek hêdî birêve diçin û ew xemgînin jiber ku milîtanên Talibanxelkê sivîlên deverê weku mertal bikar tîne.

Heftîya buhurî bi hezaran xelkê sivîl bajêrokê Mingora bicê hêlabûn.

Karbidestên Pakistanî dibêjin di kiryaran de heta niha hezar milîtan hatine kuştin belê hêjta bi rêyeke bê alî jimara kuştîyan nehatîye piştras kirin.

Piştî ku milîtanên Taliban devera ku 100 kilometre li derveyê Îslamabada paytext bidestvexistibûn, ev kiryarên li dola Swat destpêkirine.


XS
SM
MD
LG