Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bi sedema peqîna bombekê li Bexda bi kêmî ve heft kes hatin kuştin


Karbidestên Îraqî dibêjin bi sedema peqîna bombekê li Bexda bi kêmî ve heft kes hatin kuştin û 24 kesên dî birîndar bun.

Polîsê Îraqî ragehand ku bombek li bin mînîbûsekê hatibû veşartin û li taxê Ebu Dişîr ya Şî'a li Dore peqî.

Dem û dest çi aliyekê berpirsiyariya xwe biramberî wê hêrişê ranegehandiye.

Bi berdewamî hêriş li Îraqê tên kirin, belê rêjeya tondûtîjî li wî welatî hatiye xar.

Biryare hêzên Amerîkî li dawiya vê mehê li bajêrên Îraqê bên vekêşan û li dawiya sala 2011 li hemi welatî bên vekêşan.

XS
SM
MD
LG