Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Yekem girtiyê Guantanamo Bay gehişte Amerîkî


Karbidestên Amerîkî bo cara yekê girtiyekê zindana Guantanamo Bay îna Amerîka.

Karbidest dibêjin gumanlêkiriyê El-Qayde Ehmed Geylanî roja sêşembî gehişte New York da ku bi tawana peqandina balyozxanên Amerîkî berî 10 salan li Afrîka bêt dadgehî kirin.

Gaylanî dê bîte yekem girtiyê Guantanamo Bay li dadgeheka sivîl ya Amerîkî bêt dadgehî kirin.

Çaverê têt kirin dadgehî kirina Geylanî ceribandineka giring be ji bo pilana serok Barack Obama bo helweşandina zindana Guantanamo di demê heft mehan de.

Geylanî li sala 1998 hat xetabar kirin li hêrişa El-Qayde bo ser balyozxanên Amerîkî li Tanzanya û Kenya. Pitir ji 200 kes di wan hêrişan de hatin kuştin.

Geylanî hevwelatiyê Tanzanî ye.

XS
SM
MD
LG