Niwênerê Amerîkî George Mitchell seredana Orşelîmê kir ji bo bas kirina piroseya aştiya Rojhelata Navîn digel rêberên Îsraelî; ev seredana di demekê de ye ku Îsraelî perîşanin biramberî jimareka pêşniyarên Amerîkî.
Mitchell roja sêşembî digel serok wezîr Benjamin Netanyahu û wezîrê berevanî Ehud Barak kom dibe.
Di gotarekê de bo peyamnêran li Orşelîmê, piştî kom bûnê digel serokê Îsraelî Shimon Peres, Mitchell got pêtiviye Îsraelî û Felestînî pêgiriya bendên rêkeftina bi nav “Nexşa Rêkê” bo aştiyê bin, ku dawa damezirandina dewleteka Felestînî diket.