Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Erîşbirek li muzexana bîranîna qirkirina Cuhuyan li Washington nobetdarek kuşt


Roja çarşemê zilamek gulle barand li nav Muzexana Bîranîna Holocaust li Washington û berî ku gulleyeke nobetdarek din lê keve wî nobetdarekî muzexanê kuşt. Karbidestên xwocihî dibêjin ew çekdarê ku bawerî heye têkelî bi grupên Neo-Nazî heye, rewşa wî ya saxlemîyê li jêr xeterê ye.

Serokê polîsên Washington Cathy Lanier dibêje "Roja çarşemê paşnîvro ev zilam meşîyaye nav Muzexana Holocaust û çendîn caran gulle barandiye. Belê berî vê bûyerê me tu agahî di derbarê metirsîyek wiha de wernegirtîye, jiber wê jî xuyaye ku hema yeki rahiştiye tifenga xwe û ketîye nav muzexanê û dest bi reşandina gulleyan kirîye."

Karbidestên Muzexanê gotin nobetdarê ku hatîye kuştin navê wî Stephen Johns e û di e-mailekê de rêveberê muzexanê ji bo wî dibêje "ew li ser wezîfa xwe wek egîdekî hatîye kuştin."

Li dû agahîyên wek nûçe û raportan karbidestên tenahîyê vekolînê dikin derbarê gumanlêkirîyê bi navê James von Brunn da ku zilamekî 88 salî ye û we tête bawer kirin ku têkelî bi komeleyên Neo-Nazî û "white supremacist" heye ku ev komele xwe anku gelê sipî mezintir di hesibînin li hember gelên din. Von Brunn xwedîyê malpereke înternetê ye ku naverokek nijadperest û dijbi Cuhuyan heye.

XS
SM
MD
LG