Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Helmetên hilbijartinê yên Îranê bi dawî tên


Îro gotarên helmetên hilbijartinê li Îranê têne qedexe kirin û sibê berdestê sibehê dê hilbijartin destpêbikin.

Serokkomarê Îranê Mahmud Ahmedînejad li roja dawîya helmetên hilbijartinê bi tundî rexne li rikeberên xwe girt.

Di peyamekê de ku duhî li ser kanala televizyonî ya dewletê de hate belav kirin rêzdar Ahmedînejad rikeberên xwe gunehbar kir bi êrîşên ne rewa li dijberî wî.

Wî herwisa pesnê pêşkeftinên rêveberîya xwe da ku yek ji wan li ser gotina wî, pêşvexistina bernama navokî ya Îranê ye.

Rikeberê wî yê sereke Mîr Huseyn Musevî yê ku guhorînxwaz e herwisa rexne li Ahmedînejad girt û wî gunehbar kir bi derew kirinê derbarê pêşvexistina aborîya welatî de. Wî herwisa rexne li gotinên Ahmedînejad girt yên ku wî gotibû Holocaust derew e û got peyamên bi vî awayî dibine egera tenê hiştina Îranê dinav civata navnetewî de.


XS
SM
MD
LG