Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Cîhan serkeftina Ahmedînejad nirxand


Kardaneweya navnetewî beramber jinûve hilbijartina serokkomarê Îranê Ahmedînejad cûrbecûr bû.

Îsraîl ku gelek caran Ahmedînejad di axaftinên xwe de ew ji xwe re dikir hedef xema xwe ya giran dîyar kir.

Cîgirê Wezîrê Derveyê Îsraîlê Danny Ayalon roja şembîyê got serkeftina rêzdar Ahmedînejad nîşan dide ku "gefeya Îranî"mezintir bûye. Wî got lazime civata navnetewî bernama navokî û terorîzma ku ji Îranê tê rawestîne.

Raportên çapemenîya Îranê radigihînin ku serokê Venezuela Hugo Chavez jibo serkeftina wî pîroz bike telefonî rêzdar Ahmedînejad kirîye. Rêzdar Chavez hevalbendekî serokê Îranî ye û rexnegirekî din yê Welatên Yekgirtîyên Amerîka ye.

Serokê berê yê Amerîka Jimmy Carter got ew bawer nake ku rêbazên Îranê zêde biguhorin. Belê got ev hilbijartin bûye egera gelek rikeberîtîyê û ew hîvî dike ku rêzdar Ahmedînejad dê "guh bide wan bîrûbawerîyan" û bizavên xwe li gorî wê "biguhorîne."

Rêzdar Carter ji Ramallaha li Kerta Rojava di axivî, cihê ku digel karbidestên Felestînî kom bû.


XS
SM
MD
LG