Karbidestên Îraqî dibêjin bi kêmî ve 21 kes roja duşembî li zincîreka hêrişan hatin kuştin.
Desthelatdar dibêjin bi kêmî ve heft kes bi sedema hêrişeka xwekujî li rojavaya Bexda hatin kuştin.
Karbidest dibêjin li wê hêrişa nizîkî avahiya şehrdariya Ebu Xirêb herweha 13 kes birîndar bun.
Polîsê Îraqî ragehand ku bi kêmî ve sê xwîndevan hatin kuştin dema bombeka ser rêkê nizîkî otobîsa wan li Bajêrê Sedr li Bexda peqî. Di wê peqînê de herweha bi kêmî ve 12 kesên dî birîndar bun.
Herweha li taxê Kerrade li paytextê Îraqî, bi kêmî ve pênc kes bi sedema peqîna otombîlekê hatin kuştin.
Li taxê Şe'eb li bakûrê Bexda û bi peqîna bombeka ser rêkê sê kes hatin kuştin û 30 kesên dî birîndar bun.
Her roja duşembî sê serbazên Îraqî li bakûrê rojhelata Bexda hatin kuştin.