Rêveberîya Obama roja çarşembîyê got wan dawetîye yên bo dîplomatên Îranê hilweşandîye yên bo beşdarî kirina şahîyên 4ê Tîrmehê, roja serxwebûna Welatên Yekgirtîyên Amerîka ku li avahîyên diplomatîkên Amerîkî li seranserê cîhanê tê pîroz kirin.
Wezareta Derveya Amerîka got amade bûna Îranêdi van şahîyan de digel nirxên Amerîkî li hev nayên.
Rêveberîya Obama dibêje belê ew derî li ber danustandina digel Îranê nagre li ser kêşeyên wek piştevanî kirina terorîzmê û bernama navokî.
Belê wekû dîyar kirina nerazîbûnê bi şêweyeke sembolîk ew dawetîyeyên xwe yên bo gazî kirina dîplomatên Îranê vedikşînin bi gotina Wezareta Derve jiber "helwesta ecêb û kulecergîyê ya Îrane li hember xwenîşanderên hilbijartinê."
Herdu welat ji sala 1979, ji dema şoreşa Îslamî heta niha têklatîyên xwe yên resmî qut kirine û danustandina li navbera herdu welatan ji wê demê heta niha gelekî kêm e.