Hêzêt Îraqê sipêda roja sêşembî bi resmî parastina Bexda û bajêrêt dî bi dest xweve girt, piştî vekêşana hêzêt şerker yêt Amerîka ji bajêran.
Di rê û resmekê de roja dûşembî, komandarê bilind yê leşkerê Amerîkî li Bexda, ceneral Daniel Bolger, kilîlêt avahiyê wezareta berevaniyê ya berê ya Îraqê ko ji layê hêzêt herdu alîyan di hate bikar înan da destê hevberê xwe yê Îraqî.
Vêkêşan pişkeke ji rêkeftina parastinê ya Amerîka û Iraqê, ko li dîv rêkeftinê heta domahiya sala 2011, hemî hêzêt Amerîkî dê hêne vekêşan.
Hikumeta Îraqê roja Sêşembî, 30 heyva şeş bi rojeka serdariya niştîmanî da nasîn.
Bi vê helkeftê bi hizaran kes roja dûşembî direng li baxê Zewra li Bexdad xirvebon û şahî û dîlan kirin û teq teqûşk havêtin.
Bi dehan hizar hêzêt Amerîkî dê li wî welatî mînin ji bo hîn û fêr kirin û şîret kirina hêzêt Iraqê û heke ji wan hate xastin dê vegerênev bajêran.
Leşkerê Amerîkî dibêjin, çar serbazêt Amerîkî berî vekêşana hêzêt Amerîkî, roja dûşembî li paytextî hatine kuştin.