Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Afganistanê 16 karmendên ajanseka ser bi N.Y. hatin revandin


Leşkerê Berîtanî ragehand ku du serbazên Berîtanî li başûrê Afganistanê hatin kuştin.

Karbidest dibêjin serbazek bi sedema hêrişeka bi RPG û serbazê dî bi peqîna bombekê li herêma Helmand hatin kuştin.

Hevdem li rojhelata Afganistanê, çekdaran 16 karmendên Afganî yên ajanseka ser bi Netewên Yekgritî revandin.

Karbidestên polîsî dibêjin ew karmend li nêvbera herêmên Paktia û Xost hatin revandin.

Dem û dest çi giropekê berpirsiyariya xwe biramberî revandina wan karmendan ranegehand.

XS
SM
MD
LG