Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka û Rûsiya gehiştine rêkeftinekê ji bo kêm kirina jimara çekên sitratîcî


Amerîka û Rûsiya gehiştine rêkeftinekê ji bo kêm kirina berçava jimara çekên sitratîcî.

Serokê Amerîkî Barack Obama û yê Rûsî Dmitrî Medvedev li kombûneka lûtkeyî li Moskow ew rêkeftin mor kir ku dawa ji aliyên berpirsiyar dike bernivîsa peymannamekê amade biken da ku cihê peymannama Tûxîvdar kirina Çekên Sitratîcî bigre ku moleta wê li meha 12 ya vê salê bi dawî dihêt.

Birêz Medvedev got jimareka zora pirsan di kombûna wî de digel serok Obama hatin bas kirin û got kombûn bi awayekê rast û vekirî birêve çû.

Herdu serokan herweha got ku buheye Amerîka û Rûsya hevkariyê biken li ser prisa sistema berevaniya mûşekan.

XS
SM
MD
LG