Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kombûna G8 bi biryara 20 Mîlyar alîkarî, bo dewletên xizan bi dawî hat


Piştî kombûnekê sê rojî, rêberên welatên herî dewlemend ya cîhanê qayîl bûn ku 20 mîlyar dolar alîkarî bidine dewletên xizan ku bikanibin nîfûsên xwe yên rêben têr bikin.

Dewleten Yekbûyî yên Amerîka biryar da ku 3.5 mîlyar dolar alîkarî bidine welatên xizan ku bikanibin li hember birçîbûnê û peşve birina sektorên xwe yên çandinîyên bikar bînin. Ev daxûyanî piştî axaftinên rêberên G8 li derheqa ewlehîya xwarinê, bi hevkarên xwe yên neteweyên Afrîkî re hat belav kirin.

Rêxistina Xwarin û Çandina Neteweyên Yekbûyî, razîbûna xwe, wekî “guherînekê erenî ya sîyasetê, ber bi alîkarî kirina xizan û birçî” binav kir.

Serok Obama di axaftina xwe li gel rojnamevanan da zanîn ku rêberên G8 gotûbêjên “taybet û dilpak” li ser mijarên mina lawaz bûna aborî û gûherîna hawayê kirine. Wî got, ew hemî hevbîr bûn ku bi giştî xilas bûna krîza aborîya globalî dê demekê dirêjtir bikşîne û jibo jinûve vêjandina ekonomîya globalî, divê bi hev re bête kar kirin.

Destpêka vê heftê, Papa banga ekonomîya nû ya global kirîbû ku, ne tenê jibo berjewendî, lê di bin bingeha “etîkên mirovahî” de pêk were.

Birêz Obama da zanîn ku gotûbêjên li ser gûherîna hawayê derfet daye pêk anîna danûstandinên nû li dûmahîya vê sale. Wî, her wiha pêdivîya lihev hatina pergalên nû ya nehêlana çekên nuklerî jî bibîr anî.

XS
SM
MD
LG