Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bi sedan Pakistanî vedgerênev nihala Swat


Hindek ji nizîkî 2 milyon Pakistaniyêt derbider bûn jiber şerê navbera hikûmetê û Taliban yêt vedgerênev malêt xwe li nihala Swat.

Bi sedan malbat roja duşembî bi pas û kamyonêt hikûmetê ji kempêt penabera derkeftin ko dikevne nizîkî Pîşawer.

Serok wezîrê Pakistanê Yûsif Reza Gîlanî roja duşembî got Pakistan dê pêtvî bi 2.6 milyar dolara hebe ji bo dubare avakirnê û akincî kirna mişextan.

Gîlanî got şerê dijî Taliban serkeftî bûye. Lê deng û bas ji deverê dibêjin ko şerkerêt Taliban hêşta yêt çalakin li herêmê û berdewamin li ser tirsandina xelkê xwecihî.

XS
SM
MD
LG