Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Sernivîs - Dest xistina aşitîyê li Sûdanê


Ev çar sal in ku giropên jî bakûr û başûrê Sûdanê şerê xwe ya dûr û dirêj yê navxweyî bidawî anîn, lê jêknegirtina wan ya li ser bicîh anîna wê peymanê dibe tehdîdekî mezin ku dikane şerê navxweyî jinûve bide destpê kirin. Xetera wê jibo gelê Sûdanê û tevahîya herêmê pir mezin e û tê hêvî kirin ku her du alî carekî din bigehîjine rekeftinekê da ku şert û mercên wê peymanê temam bikin.

Dewletên Yekbûyî yên Amerîka û endamên civaka navnetewî li konferansekê ku li di 23’e meha şeş, Hezîranê, li Washingtonê hatîbû lidar xistin, piştevanîya xwe ya giştî jibo bicîh anîna Peymana Aşitîyê û taybetî jî hilbijartinên netewî ya 2010’an eşkere kirin. Dîsa, ew piştgirîya xwe jibo referanduma 2001’ya ku li ser paşeroja cûda bûna başûr û eyaleta Abyei (Abyay) jî dan zanîn. “Di paşeroja nêzîk de, em rûbirûyê gelek pêşketinên girîng in. Ew pêşketin, çi bi başî be, çi bi xirabî, dê bingehekê pir girîng ava bike jibo paşeroja Sûdanê”, James Steinberg, alîkarê wezîra derva ya Amerîka, gote berpirsên ku tevli konferansê bibûn.

Peymana 2005’an ya Aşitîyê, otonomîya olî û sîyasî û rolek li hikûmeta yekgirtîya ku heta 2010’an dê li ser kar be, daye gelê Sûdana başûr ku piştî hinge referandumek bête saz kirin gelo herêm bi giştî serxwebûnê xwe bidest bixe yan ne.

Wekî te zanîn, berê niha jî problemekê mezin li ser kontrola eyaleta Abyei derketîbû. Ji ber ku ev herêm bi petrola xwe dewlemend e, hem jî alîya Hikûmeta Sûdanê û hem jî, ji alîya Tevgêra Azadîya Gelê Sûdana Başûr tê xwestin ku hezên her du alî ji îmze kirina Peymana Aşitîyê vir ve, gelek caran şerê hevdu kirîbûn. Hindek arîşe, her wiha, li ser rêkeftina netewî ku parve kirina desthilatdarîyê û çavkanîyên welatî jî derketîbû.

Tê çaverê kirin ku dadgehekê navnetewîya lihevanînê ku bingeha wê li Hollanda ye, di demekê kin de sebaret kêşeya Abyei de biryara xwe pêşkêş bike. Heku her du alî jî dîtina dadgehê ya li ser kontrol kirina herêmê bipejirînin, ew yek dê sebaret danana tixûba Bakûr û Başûr û jinûve pesend kirina nîyeta wan li ser parastina aramîya welat û nehêlana pevçûnên mezintir dê bibe pengavekê girîng. Her du alî, piştî hinge dê çêtir dikanin li ser mijarên din ya Peymana Aşitîyê bipeyivin. Dewletên Yekbûyî jibo alîkarîya vê prosesê amada ye û piştgirîya hemi alîyên dike ku vê peymanê bi serfirazî bigehînîn encamekî.

Nivîsên peywendîdar

XS
SM
MD
LG