Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Sadî Ahmed Pîre li ser çareserîyên kêşeya Musil jibo Pişka Kurdî axift


Sebaret bi dawîtirîn pêşveçûnên jibo çareserkirina girjî û alozîyên siyasî li bajarê Musil li bakûrê Iraqê hevkar Belên Salih hevpeyvînekê kirîye digel Sadî Ahmed Pîre, Endamê Mekteba Siyasî ya Yekîtîya Niştimanî ya Kurdistanê.

Rêzdar Pîre dibêje Lîsta Hedba û Lîsta Birayetî Neynova û Konsolxana Amerîka li Musil kombûnekê kirine û herwiha nunerê Neteweyên Yekgirtî jî ligel van alîyan danûstandin kiribû li ser vê kêşê.

Rêzdar Sadî Ahmed Pîre berdewam dibêje Lîsta Birayetî belgeyekê daye bi navê "Têgihîştin û dîtinên Lîsta Birayetîya Neynova sebaret bi çareser kirina kêşeyê" û ew bûye bingeha lêkolînê. Heyetek çûye Bexda li ser daxwaza cîgirê Serokwezîrê Iraqê. Danûstandin li ser çend xal anku nûqteyan hatine kirin; yek ji wan ku mebda'î Tewafiq yek ji mebdana esasî werbigre bi temamî. Nuqta duwê ew e ku eger Lîsta Hedba muhafiz û cîgirê serokatîya meclîsê wergire, Lîsta Birayetîya Neynova serokatîya meclîsê û cîgirê yekemê muhafiz wergire. Nuqta sêyê, ku daîre bi şêweyek yeksan bêne dabeş kirin linav polîs û hêzên tenahîyê bi şêweyeke nîsbeta her yekên pêkhatîyên Musilê.

Bi dîtina birêz Pîre Kêşeya Musil karîgerîyekê danayne ser Lîsta Birayetî li hilbijartinên bihêt.

Gelî guhdaran heke bixwazin guh bidine dirêjahîya vê hevpeyvînê ji kerema xwe lînka li destê rastê lêdin.


XS
SM
MD
LG