Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bi hêrişeka bumba li ser karwanekê leşkirê Amerîkî li Iraqê êk serbazê Amerîkî hate kuştin - 2003-09-29


Bi hêrişeka bumba li ser karwanekê leşkirê Amerîkî li roj ava Bexda êk serbazê Amerîkî hate kuştin û êk jî birîndar bû.

Peyvdarekê leşkirî got bumbeyek li rexên cadê peqî demê ku karwan li bajêrokê Hebaniye derbaz di bû. Herwesa hêrşeka dî ya wesa li bajêrokê xalidiye qewimî.

Dîdevan dibêjin hêzên Amerîkî şerê xwe kire ve û firoke û tank û helîkoptera piştevanî lê kir. Ev hêrşe hate kirin piştî hêrişeka bi şevê li ser 15 xaniya li bajêrokê Sedam Huseînî, Tikrît.

Hêzên parastina Iraqê bi piştevaniya hêzên Amerîkî çar berguman girtin lê ne şiyan 12 heta 15 kesên dî bigrin ku we bawer tête kirin ber pirsiyarin beramberî piraniya hêrşên dijî hevalbendiya bi rêberiya Amerîka.

XS
SM
MD
LG