Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Peyamê Serok Bush ji bo Mûsulmanan bi helkeftina meha Remezan - 2003-10-25


Bi helkefta hatina meha Remezana pîroz ez silavêt xwe ji bo mûsulmanan di hinêrim, li nav Welatên Yekgirtîyên Amêrika û li seranserî cîhanê. Remezan pîroztirîn mehe di ola Îslamê de, bîrhatina roja hatina Qûraanê ye ji bo Mûhemed. Ev meh delîveyê didete mûsulmanan da hizra ola xwe bikin u fermanên Xwdê bi cih bînin. Bi rojîya, bi nivêja, bi nêrînên kûr, bi xêr û çakîyan, mûsulman li seranserî cihanê sozên xwe bi cih di înin ji bo jiyaneka paqij, bi keramet u dilovanî. Bi dirêjiya dîroka me, xelk ji bawerên cûda cûda taybetmendîya gelê me avakirîye. Îslam ola aştiyê ye, û xelkê bawerî bi Îslamê hey, pişikdaryeka mezin di avakirna welatê me û cîhanê de kirîye. Wek Amêrîkî, em behayê azadîya xwe ya olî di nirxînin, û em her pêgirtinê bi bawerya xwe dikin kû her kesek ji her baweryeka olî ya taybet li welatê me behayê xwe heye. Bi hevra karkirin ji bo pêşvebirna azadîyê û lêk têgehiştinê, emê paşerojeka rohintir ya hêvî û delîveyan peyda bikîn. Laura jî di gel min pîrozbahîyên xwe di hinêre. Remezan Mubarek

XS
SM
MD
LG