Wezîrê derve yê Suriya dibêjit welatê wî dê bersivê deteve li ser her hêrişeka dî ya Israelî li ser erdê wê.
Farouq al-Shara roja êkşembî gote rojnama Sunday Telegraph ya Birîtanî gelê Surî bêdeng nabe li ser hêrişeka dî ya Israelî. Û dibêjit Suriya gelek bijar hene ku bêxite pêş xwe, û renge akincîgehên givandên gulanê bikete armanc.
Berî nuke li vê mehê, firokên cengî yên Israelî hiriş kirine ser cihekê nêzîkî Dîmeşqê ku Israel dibêjit kempeka fêrkirina tîrorîsta ye. Suriya çi bersivên leşkirî nedayeve û got ew hêriş li ser armanceka medendî bu.