Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

li Iraqê tanka dû serbazên Amerîkî hate paqandin ku bu egera kuştina wan - 2003-10-29


Hêzên leşkirê Amerîkî dibêjin dû serbazên Amerîkî hatîne kuştin û êk jî birîndar buye di peqînkariyekêda bo ser tanka wan ya leşkirî di roja sêşembî.

Peyvdarekê wanê leşkirî iro çarşembî ragehand ku serbazên desteya piyade ya çar nobedarî li dormandorên bajarê beled di kirin ku 70 kîlometra ji bakura bexda dure.

Armanc ji rêkxistina van hemu hêriş û kiriyara ewe ku serbazên Amerîkî û polîsê Iraqî ku hev karîyê ligel destelatdariya Amerîkî dikin ber bikevin.

Ewe roja êkşembî di van hêrişanda nizîkî 40 kesan hatine kuştin ku êk ji wan cêgirê şehrdarê bexdaye, û pitir ji 200 kesa birîndar bune.

Serok Bush dibêjit welatên êkgirtiyên Amerîka na ête tirsandin û bo hemu van hêrişan piştevan û canfîdayên Sedam Husênî gunehbar di zanit.

XS
SM
MD
LG