Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serok wezîrê Israelê li Mosko ye bo gehandina xemên xwe li ser nexşa rêkê bo aştiy - 2003-11-02


Serok wezîrê Israelê Ariel Sharon li Mosko ye bo gehandina xemên xwe li ser nexşa rêkê bo aştiyê li rojhelata naverast. Çaverê tête kirin ku roja dûşembî rêzdar Sharon ji serok Vladimir Putin bixazit da dest ji wê pêşniyazê berdet bo biryareka civata tenahiyê ya Netewên Êkgirtî ku bi resmî pênasînê bi nexşeya rêkê biken.

Li heftiya borî Mosko ew pêşnyaz li ser nexşeya aştiyê derbaz kir ku daxaza dewleteka Felestînî diket heta sala 2005.

Herwesa çaverê tête kirin ku rêzdar Sharon behsê pirsa bernama navokiya Iranê biket ku Israel di xemê daye Iran binepenîve zanînê li ser çêkirina çekên etomî ji komkarên Sovieta berê werbigrit û çê dibit heta sala bêt bişêt çekên etomî çê biket.

XS
SM
MD
LG