Raportêka bilavekirî dibêjit ajansa hewalgiriya navendiya Amerîkî jimareka zora belgenama bi dest wan keftiye li Iraqê li ser dezgehên hewalgiriyê û peydakirina çekan û karmendên sîxuriyên biyanî yên bi kirê girtinê.
Rojnama The Washington Post gotina karbidestên Amerîkî ku navê wan nehatiye eşkera kirin belavekiriye û gotiye ew belgename nizîkî navê hemu efserê hewalgiriyên Iraqî û karmendên sîxuriyên biyanî û belgehên dana para bo kirîna xelkê li cîhana erebî û cihê din bi xweve digirit.
Êk ji karbidestan dibêjit ew kesên ku parên Iraqî werdigirtin kesên diyarin ku bi rengekê eşkera berevaniyê li Sedam Husênî digirin.