Lînkên eksesibilîtî

Hêrişberekê xwe kujê Felestînî bumbek bi xweve peqand li Kenara rojava - 2003-11-03


Karbidestên Israelî dibêjin iro hêrişberekê xwe kujê Felestînî bumbek bi xweve peqand li kenara rojava lê ne buye egera kuştina çi kesekê dî.

Ev serhatiye li nizîk bajêrokê tuxubê Felestînî Qelqîliye qewimî.

Karbidestên Israelî dibêjin ew bumb peqî li demê ew mirov berev grupeka serbazên Israelî bi xardan di ço.

Girupa çekdara şuheda al-eqsa ber pirsiyariya xwe beramberî wê hêrişê ragehand.

Ji aliyekê din ve, Perlemanê Felestînî Refîq Al-Netşe dest nîşan kir da bibite peyvdarê nû yê Perlemanî û cihê Ehmed Qurey’î bigirit.

XS
SM
MD
LG