Jiniral Ricardo Sanchez dibêjit leşkirî pitir ji 20 kesa girte û pisyarê ji wan dikin da eşkera bikin eger ew ligel tora tîrorîsta el Qa’îde bin.
Lê, jinralî got leşkirî kêm belge hene liser peywendiyên wan ligel el Qa’îde.
Jiniral Sanchez dibêjit: "li demekê me heta 20 kesa hebun ku şik li ser bu endamên el Qa’îde bin, lê li demê ku em berdewam bun di lêvekolynê da me neşya em bi piştrastî bizanyn ku ew endamên el Qa’îde bin."
karbidestên Amerîkî dibêjin bi sedha çekdarên muslmanên byanî yên çone dinav Iraqê heta şerê ûlî (Jîhadê) dijî hêzên hevalbenda bikin. Lê, hêşta ne dyarê ka wan çi rol heye di ev tundûtîjîyên van heftiyên vê dumahiyê li seranserî Iraqê.
Her li wî demî, li bajarê besra yê başûrî bumbek li rexê cadekê peqî û paseka biçuk pijikand li nêzîkî bingeheka polîsa. Erkê tenahîya wî bajarî yê li stoyê serbazên Birîtanî ku dibêjin ew hêşta nizanin kî armanca wê hêrişê bû.