Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serok Bush ligel birêveberê Medenî yê Amerîkî li Iraqê kom b - 2003-11-12


Serok Bush ligel birêveberê medenî li Iraqê Paul Bremer kom bû bi armanca danûstandina li ser destûdarê tundûtîjiyan li welatî.

Piştî kom bunê ligel serok Bush û şyretvana wî ya nîştîmanî, rêzdar Beremer î rewşa Iraqê ya nuha li qonaxeka giring li qelemda û giringî da şerê bidijî tîrorîzmê û herwesa bizavên damezrandina hikûmeteka serdar li Iraqê.

Ewî behsê danûstandinên kom bunê nekir herwesa behsê çi biryara li ser paşe roja syasîya welatî.

Karbidestan gotiye di danûstandinan da behsê guhorynên ehtîmalî li ser karê civata birêveberiya Iraqê ku ji alê Amerîkave hate dest nîşan kirin, herwesa veguhastina desthelatê bo Iraqiyan.

XS
SM
MD
LG