Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Karbedestên leşkirî Amerîkî vekolînê dikin bo dyar kirina egerên keftine xwara dû helîkopterên Amerîkî li roja Şembî - 2003-11-16


Karbidestên leşkirê Amerîkî dibêjin dû helîkopter keftine xwar êvariya duhî şembî li rojava bajarê Musil. Herdû helîkopterên hêza hewaêya desteya 101 bûn ku berpirse ji tenahiya herêmî.

Karbedestên leşkirî gotin ew vekolînê dikin bo dyar kirina egerên keftine xwara helîkopteran. Şahid dibêjin wan dît helîkopter li asmanî vêk keftin. Musil bajarekê nêzîk sinûrê Surya ye û çend cara li heftiyên dawy hêrişên dijî hêzên Amerîkî lê hatine kirin.

Hejî gotinêye li roja 2 ya vê mehê, xirapkaran li bajarê Feluce li rojava Bexda helîkoptereka veguhastina serbaza êxiste xwarê û 16 kes têda hatin kuştin. roja pênçşembî piştî wê serhatiyî şeş serbazên Amerîkî hatine kuştin demê xirapkaran helîkoptereka dî li nêzîk Tikrît, bajarê ji dayik bûna Sedam Husênî êxistibû.

XS
SM
MD
LG