Lînkên eksesibilîtî

Abdulla Gul dibêjit hêşta zuye ku biryarê bideyn ku çar bergumanên hêrişên bumba kirîn endamên el-Qa’dene - 2003-11-19


Di hevpeyvînekê da digel ajansa payamên Associate Press, wezîrê derve yê Tirkî Abdulla Gul dibêjit hêşta zuye ku biryarê bideyn ku çar bergumanên hêrişên bumba kirîn endamên el-Qa’dene an jî meyla wê komelê hebûne.

Rêzdar Gul dibêjit vekolîn we dyar diket ku wan kesa heman hizir û reftara el-Qa’de hebûn.

Rêzda Gul gote ajansa Associated Press piştî encamên çirpandinêt DNA li ser kesûkarên çar bergumana dê pêzanyna li ser têkelîyên wan dyarken.

Ragehandina Tirkî roja sêşembî ragehand ku çar kesên ew kinîşt bumbe kirîn li Iranê û Pakistanê hatibune fêr kirin.

Dad pirsekê Tirk ferman daye ku dengûbasa li ser vekolînê belav neken. Bi kêmî ve 25 kes di wan peqandina da hatibune kuştin û pitir ji 300 kesan biryndar bibun demê hêrişkerêt xwekuj bi pikabên bumbe kirî xwe li pêşiya dû kinîşta peqandî li roja şembî di wextê du’a xandinê da li Istanbul.

Dirêjiya vê raportê ya di vê fayle dengî daye li serê vî perî

XS
SM
MD
LG