Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serok Bush piştevaniya siyaseta xwe li Iraqê diket - 2003-11-19


Serok Bush piştevaniyê ji siyaseta xwe li Iraqê diket û rijtî li welatên cîhanê kir bo piştevanî kirinê li dimukratiyetê.

Di gutara xwe ya serekî da li roja yêkê ya serdana wî ya sê rojî bo Birîtanya, rêzdar Bush got şerê bi rêveberiya Emerîka li Iraqê bijara dumahiyê bû, pişti ku dîplomasiyet û hemû rêkên dî ser nekeftin.

Wî got aştîya cîhanê û tenahiya wê li ser sê stuna radwestit: hevakrîyeka navnetewey, pêş xistina dymukrasiyetê û şer weku dumahiyê bijar.

Wî pesna serok wezîrê Birîtaniya Tony Blair î da bo piştevanî kirina wî bo şerê dijî tîrorêzmê û şerê Iraqê û ku nêzîktrîn hevalbendê Emerîka bû. Her li wî demî, xwenîşandanên dijî şerê li London dest pêkir bûn.

XS
SM
MD
LG