Lînkên eksesibilîtî

Sê serbazên Amerîkî roja êkşembî li Iraqê hatine kuştin û li dû hêrişên cuda - 2003-11-24


Dîtîvan dibêjin li bajarê Musil li bakûra Iraqê teqe li dû serbazan hatiye kirin û otumbêla wan bi dywarekê keft.

Nedyare ka ew serbaz li encama teqekirinê hatyne kuştin an weku dîtîvan dibêjin piştî hingî çend jimareka Iraqîyên xwe cihî ew li nav otombêlê êynayne derê û kutayne.

Ev hêrişe çend demjimêrekan piştî kuştina efserekê bilindê polîsê Iraqî têt ku berpirsê parastina petrolê bu li Musil.

Ji layekê dîve karbidestên leşkirê Emerîkî dibêjin serbazekê Amerîkî hatiye kuştin û dû yên dî biryndar bune li encama peqîna bumbekê bi rex cadê ve.

XS
SM
MD
LG