Tête ragehandin ku Welatên Êkgirtî yên Emerîka hemu bizavên xwe sebaret bi biryara Civata Tenahiya Netewên Êkgirtî bo dariştina pilana veguhastina desthelatê bo Iraqiyan, heta heyva sê ya sala bêt ragirit. Li duv ragehandinên dengûbehsan karbidestên Emerîkî û yên Netewên Êkgirtî ku neviyan navê xwe aşkera bikin gotine rêveberiya serok Bush di xema hindê daye ku ehtîmale careka dî daxaz bête kirin ku Firense û elmaniya û Rusiya li veguhastina desthelata siyasîya Iraqê rolekê berfireh hebin.