Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li bajêrokê Husaybah li rojava Bexda boseyek liber serbazên Emerîkî hatibuye vedan - 2003-11-30


Leşkir dibêjit nêzîkî bajêrokê Husaybah li rojava Bexda boseyek liber serbazên Emerîkî hatibuye vedan.

Ew serbaz digel karwanekê leşkirî bun demê hêrişkera bi çekên ûtumatîk û RPG hêriş kiriye ser.

Ev rengên hêrişan êke ji sê boseyên dî ku roja sêşembî hatibune vedan. 30 kîlometra başûra Bexda, karwanekê ku karmendên agehîyên Ispanî digel bun teqe lê hate kirin û heft kes hatine kuştin.

Demekê kurt piştî hingî dû dyplomatên Japonî nêzîkî bajêrê Tikrît hatîne kuştin.

Berî hingî her di wê rojê da qumandarê hêzên Emerîkî li Iraqê jiniral Ricardo Sanchez gotiye peyamhinêran ku hêrişit rojane dijî hêzên hevalbenda li Iraqê êk ji sê kêmtire ji dû hetiyên borî.

Di ser hindê ra ku hêriş kêmtir bune, di vê mehê da bi kêmî ve 77 serbazên Emerîkî hatîne kuştin.

XS
SM
MD
LG