Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Wezîrê derve yê Emerîka daxazê ji NATO diket da roleka berfirehtir hebit di Iraqa piştî şerîda - 2003-12-04


Wezîrê derve yê Emerîka Colin Powell daxazê ji NATO diket da roleka berfirehtir hebit di Iraqa piştî şerîda.

Di gutarekêda ku dê xwînit bo wezîrêt dere yêt NATO li Brussels, rêzdar Powell rijdî da wan 19 welatêt hevpeyman piştevaniya aştî û tenahîyê bikin li Iraqê.

Ew dibêjit aştî û tenahîya welatekê ku di şerîda hatiye wêran kirin, gelek giringe bo hemu welatên endam di NATO da. Iraq êke ji alet serekî ku dê behs li ser ête kirin di wan axiftinêt wan yêt dû rojîda ku iro pênçşembî dest pêdikit. Afghanistan û nexşeyêt hêza parastina Êketîya Ewrupa jî dê dinav rojêva civînê da bin.

XS
SM
MD
LG