Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Al-Qa'ide daxaz ji milîtanêt Taleban li Efganistanê kire nexşa danin bo veguhastina piraniya karên tîrorîstî jibo berokê nû li Iraqê. - 2003-12-08


Ya hate ragehandin ku karbidestêt bilindêt el-Qa'ide gotiye milîtanêt Taleban li Efganistanê nexşeya danin bo veguhastina piraniya karên tîrorîstî jibo berokê nû li Iraqê.

Raporteka News Week Magazine iro duşembî belave dibe ji zarê karbidestekê bilindê Taliban ragehandiye dema gotî ew li van dumahiyan digel sê ji pêşvenêrên mezinên el-Qa'ide kom bune li meha remezanê.

Jêderekê Talîban dibêjit rêberê el-qa'ide Ûsame bin ladin nuha dibîne Iraq baştirîn cihe jibo şerê Emerîka û hevalbendên wê. Karbidestên dezgeha agehiyên Emerîkî dibêjit nexuyaye ka eger el-Qa'ide xwe li Iraqê binecih dike yan ne.

XS
SM
MD
LG