Lînkên eksesibilîtî

Li Iraqê serbazekê Emerîkî hate kuştin - 2003-12-08


leşkirê Emerîkî li Iraqê dibêjit serbazekê Emerîkî hate kuştin demê ûtumbêlek lê derbaz buy û xirabkara teqe lê kirî li bajarê Musil li bakûra Iraqê.

Ev teqe kirine qewimî rojekê piştî serbazekê dî yê Emerîkî hatîye kuştin û dû biryndar buyn bi peqînekê li Musil. bi aliyekê dîve iro polîsekê Iraqê li Ba'qube hatiye kuştin demê bizav dikir buseyeka li ser cadê ji kar bêxit.

Berî hingî leşkirê Emerîkî ragehandibu ku hêzêt Emerîkî dû milyon dolar girtine di hêrişekê da li ser kesekê ku we bawer tête kirin pare di dane xirabkaran bo hêrişan dijî hêzêt hevalbenda.

XS
SM
MD
LG