Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Seraya Sipî bi germî pêşwaziya biryara Japan kir bo hinartina hêzên neşerker bo Iraqê. - 2003-12-09


Seraya Sipî bi germî pêşwaziya biryara Japan kir bo hinartina hêzên neşerker bo Iraqê da harîkariya hevalbendîya bi rêveberîya Emerîka bikin li avedankirneva Iraqê.

Peyvdar Scott McCllan dibejit nexşa hinartina hêzan ji alîyê Japan ve di bite hander bo welatên dî ku pişikdarîyê di pêvajoya avedankirnevê bikin.

Iro sêşembî hikumeta Japone biryara ku hêj miştûmir li ser heye pejirand ku dê 600 hêzên zemînî li gel zerhpuşan,gemîyet deryay û balefiran hinêrte Iraqê.

Serok wezîrê Japan Junichiro Kouzomi di gûtareka telefizyonîda gelê xwe piştrast kir ku hêzêt wan di nav şêrî wer nabin û ew qet hêza leşkerî bi kar na ênin. lê, Serokî wextekî dîyar ji bo hinartina hêzan neda dîyar kirin. Lê tête çaverê kirin li sala bêt nexşe cih bi cih bibit.

XS
SM
MD
LG