Lînkên eksesibilîtî

Pentagon navê 36 welatan eşkera kiriye ku dişên pişikdariyê di qontratên avadan kirineva Iraqê da bikin - 2003-12-10


Weku dihat çaverê kirin Welatên Êkgirtî yên Emerîka navê wan welatên ku bi dijî şerê Iraqê bun ji qontiratên avadankirneva Iraqê berbend diket. Karbidestên Elmanya û Ferensa û Rusya rexnên tund li wê biryarê girtin û nerazî buna xwe dyar kirin. Peyvdarekê hikumeta Elmanya dibêjit welatê wî vê biryarê qebul naket. Hikumeta Rusya dibêjit ew vekolynên qanunî biser pilanê da dikit ya ku roja sêşembî ji alê wezareta berevanya Emerêka hate ragehandin. Di biryarêda navê 36 welatan hatye dyar kirin ku dişên pişikdariyê di qontratêda bikin. wezîrê derve yê Rusya dibijit welatên ku dixazin pişikdariyê di avadankirineva Iraqê da bikin divêt derft ji wan ra bête dan. Rusya û Elmanya û Ferensa sê welatên serekî bun ku bi dijî şerê bi rêveberiya Emerîka li Iraqê bun. Peyvdarê Seraya Sipî berevaniya biryara Pentagon kir û dibêjit ew qontirata 19 milyar dolarî di cihê xwe daye.

XS
SM
MD
LG