Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Jack Straw dibêjit Komela Navnetewey dê berê xwe detê ka dê rêberên berwext li Iraqê çewa serokê berê yê Iraqê dad ken - 2003-12-15


Wezîrê derve yê Birîtanya Jack Straw gotiye peyamhinêran ku komela Cîhanî dê berê xwe detê ka dê rêberên berwext li Iraqê çewa serokê berê yê Iraqê dad ken.

Rêzdar Straw dibêjit “ herkesek dazanit, neku tinê civata desthelatê, ku heke dadkirininek di nav Iraqê da bibît tivya dad kirineka rewa bît û bi reway bête dîtin.”

Wezîrê derve got Birytanya dê dijî hikumê I’damê bît bo Sedam Husênî. Berî hingî niwerê Birîtanya li Iraqê Jeremy Greenstock got: Birîtanya çi rola nabînit ku bibite eger bo I’dam kirina Sedam Husênî. rêzdar Straw got ew çaverê naket ku Sedam Husên tiştekê dirêj li ser çekêt wêranker aşkera biket ku egera serekî bo Birytanya çoye şerê Iraqê.

Rêzdar Staw got: “ bi rast’ li nik min neya giringe ku Sedam Husên her pê nasînekê biket, çunku dîroka wî ya pire ji direwa hind direw kirîne ku ew bi xwe jî nazanît kîş raste û kî direwe.”

Bi alyekê dî ve pêşvenêra mafên mirovan ya serok wezîrê Birytany Tony Blair li Iraqê Ann Clwyd dibêjit: renge ku direng bête dadgeheka guneh karêt cengî ya Netewe yên Êkgirtî bo Iraqê bête damezrandin. Lê wê gotiye radyoya Birytany ku karbidestêt Iraqî razî bune ku şîretvanêt navnetewey harykarya wan biken di dad kirina tawanbarêt berguman bi şikandina mafêt mirovan.

XS
SM
MD
LG