Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ajansa Zanyarîyên Navendî ya Emerîka CIA dê berpirsyarîya vekolîna ligel Sedam Husênî kit - 2003-12-17


Wezîrê berevaniya Emerîka Donald Rumsfeld dibêjit ajansa zanyarîyên navendî CIA dê berpirsyarîya vekolîna kit ligel Sedam Husênî. Heman wexit, serokê hikumeta Iranê Muhemed Xatemî pêrgînî li girtina Sedam Husênî û herwesa dadgehkirina wî dikit. Lê, wî guman heye ka dê dadgehî kirina wî ya adilane bit. Wî got nedure serokê derçoy yê Iraqê bi dirêjî behsê piştevanîya wan welatan bikit ku hevkarîya wî kirine û ji wan Emerîka. Li Waşinton, serok Bush dibêjit ew li wê bawerê ye ku divêt Sedam Husên girantirîn siza wer bigirit û bigehite sizaya xwe ji ber tawanên ku bi dijî gelê Iraqê kirîn. Roja sêşembî, li hevpeyvîneka telefizyonî li gel ABC NEWS got biryar ne didestêt wî daye. Herwesa got xelkê Iraqê bi xwe ew şyan hene rêberê berê yê deste ser kirî dadgehî bikin. Serok Bush î Sedam Husên bi zordarekî çepel di zanî ku bo çendeha salan gelê Iraqê eşkence daye û kuştîye.

XS
SM
MD
LG