Lînkên eksesibilîtî

Girtina Sedam Huseynî zanyarîyên pitir da hêzên Emerîka li ser rêxistina çekdarên dijî Emerîka şerî dikin - 2003-12-21


Jinralê bilindê leşkirê Emerîkî dibêjit girtina Sedam Huseyn li heftîya borî bû egera girtina çend sed Iraqîyan ku hindek ji wan rêberên çekdarane ku bi dijî Emerîka şerî diken. Di hevpeyvînekê da li bernama Fox News Sunday Jinral Richard Myers got girtina Sedam Huseynî zanyarîyên pitir da hêzên Emerîka li ser rêxistina van çekdaran. wî jiniralî ku Serokê Situnên Leşkirê Emerîkî ye herwesa got Sedam hevkarîyê di vekolînê da naket. Her li wî demî, rojnama New York Times ragehand ku Sedam bo çend heyveka xwe ji girtinê parast bi rêka xweveguhastin li nav bera 20 ta 30 erdên nepenî di devera Sunîya da.

XS
SM
MD
LG