Lînkên eksesibilîtî

Çekdaran li demekê direng li roja dûşembî dadvanekê bilind li bajarê Musil ya bakûra Iraqê kuşt - 2003-12-23


Karbidestên polîsê Iraqî dibêjin çekdaran dadvanekê bilind li bajarê Musil yê bakûra Iraqê kuşt li demekê direng li roja dûşembî.

Karbidest dibêjin hêrişbera teqe di otombêlekê da li wî kirin, û 6 gule li pişta wî dan.

Her li wî demî, karbidestên leşkirê Emerîkî dibêjin iro sêşembî serbazan 26 kes girtin, ku dû ji wan jineralên berê bun û herwesa kolonêlekê hêza taybet girt.

Karbidest dibêjin bi layê kêmî ve êhtîmale 3 ji girtîyan peywandî ligel Izzat Ibrahîm el-Durî hebit ku cêgirê serokê laday bu.

Ji alîyekê dî ve serokê nuha yê Civata Rêveberîya Iraqê dibêjit serokê Rusî Vladimir Putin yê amadeye li pitir ji 5 milyar dular deynêt Rusîya li Iraqê xweşbit beramberî pişkdarî kirina Rusîya di contractên paşerojê da.

Abdel-Aziz al-Hakim li roja dûşembî piştî danustaninên Mosko ev hinde ragehand. Lê ajansa agehya Ferensî ji zarê karbidestekê Kirimlin, ku navê wî eşkera nekir, got hêşta çi biryar li ser deynên Iraqê nehatîye dan.

XS
SM
MD
LG