Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Iranê heta nuha pitir ji 20 hezar kesa bi egera Erd hejiyana roja heynî mirine - 2003-12-28


Karmendên hewarçonê dibêjin hîvîya peydakirina kesên sax yên ku keftîne bin kavila da di erd hejiyana roja heynî ya borî da kêmbûye.

Karmend dibêjin ew nuha kêmtir kesêt sax vedibînin di bin kavilên avahîya da yên ku bi egera wê erd hejiyanê herifîn.

Ew dibêjin avahîyên wî bajirî ku behra pitirê bi bilokên axê hatîn avakirin, li demê ku heriftîn kêm valehî hêlan û kêm ba ma bo bihin helkêşanê.

Wezîrê navxo yê Iranê dibêjit ew we hizirdikit ku jimara mirîya ji 20 hizar kesa pitir bit.

Harîkarîya Navnetewey bi berdewamî diçite nav Iranê da, û êkemîn barê harîkarîyê Emerîkî bi firokên leşkirê Emerîkî gehîştine Iranê.

XS
SM
MD
LG