Peqîna bumbên li rêxê rêka dû serbazên Emerîkî li Iraqê kuştin. Êk jiwan bumba li Bexda peqî û ya dî nêzêkî Bajêrokê Feluce.
3 Serbazên dî biryndar bûn bi ew bumba li Feluce peqî ya ku dikevîte rojava paytextê Iraqê û serbazên Emerîkî gelek cara bi şerçûne ligel çekdarên Iraqî li wî bajarî.
Bumba Bexda li bazarekê qelebalix peqî û bû egera kuştina dû zarokan. Her li wî demî, jimara kuştîyên hirişa şembî li bajarê Kerbela gehîşte 18 kesa.
5 Iraqî mirin bi egera birynên xweda di wê hirişê da ya ku çekdaran kirine ser ofîsên hikumetê û dû bingehên leşkirê Hevalbenda.