Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Polîsê Iraqî li Kerkukê dibêjin wan 4 kesên biyanî girtîye bi gumana alîkarîkirina encamdana hêrişan li wê deverê. - 2003-12-29


Karbidestê Leşkirê Emerîkî dibêjin serbazên Emerîkî şeva roja êkşembî 3 Iraqî kuştin piştî teqe li wan hatîye kirin li bajarê Musil li bakûra Iraqê.

Karidest dibêjin serbaza li demê malek di pişkinî hêriş ser wan hatîye kirin ji layê endamên guman lêkirîyên grupa tîrorîsta Ansar el-Islam.

Ji layekê dîve, polîsê Iraqê li Kerkukê dibêjin wan 4 kesên biyanî girtîye bi gumana alîkarîkirina encamdana hêrişan li wê deverê.

Karbidestekê polîsî dibêjit dû ji wan Misrîne, êk Iranîye û êk Efganîye û wana hemyan pasportên sexte vêbûn.

Ji layekê dî ve, karbidestên hevalbendîya dibêjin wan 5 kes girtîye bi tumeta hebuna peywendîyê bi ew hêrişên xokujin roja şembî li Kerbelayê ku di kevîte başûra Bexda ku têda 19 kes hatîne kuştin.

XS
SM
MD
LG