Karbidestêt leşkirê Emerîkî li Iraqê dibêjin helîkopterka leşkirî li devera Falluja li rojava Baxda kefte xarê û bû egera kuştina serbazekê û brîndarbûna ekê dî.
Karbedista negot çi bu egera keftina wê helîkoptera zêrevaniya, biçuk yanji çend kes têdabûn. Berî do heyva, 16 Emerîkîya giyanê xo ji dest da demê helîkoptereka Çinok ya veguhztina serbaza nizîkî Falluja keftîa xarê.
Bi alîyekê dîve, karbedistêt Emerîkî got hêza leşkirî, Iraqîyek girt ko gûman heye şerkerên biyanî ji Sûriya derbazî Iraqê kirin.